Pêşbaziya Kurtefîlman – Nûha Serlêdanan Vekirî ne!

Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê hemû fîlmçêkeran vedixwîne ku berhemên xwe ji bo pêşbaziya kurtefîlman bişînin.

Pêşbaziya Kurtefîlman – Nûha Serlêdanan Vekirî ne!

🎬 Pêşbaziya Kurtefîlman – Nûha Serlêdanan Vekirî ne!

Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê hemû fîlmçêkeran vedixwîne ku berhemên xwe ji bo pêşbaziya kurtefîlman bişînin.

📅 Dema şandinê: Ji niha heta Tebaxa 2026-an

🎥 Em li kurtefîlmên ku di salên 2025 û 2026-an de hatine çêkirin digerin, bi dirêjahiya herî zêde 20 deqîqe, di van kategoriyan de:

Fîlma çîrokî

Belgefîlm

Fîlma anîmasyonê

Fîlma ceribandinî

📌 🟡🔴🟢 Mijar: Çîrokên ku ji perspektîfa kurdî têne vegotin û/an jî li ser mijar, tecrube û rastiyên kurdî disekinin.

Em bi heyecan li benda gelek serlêdanan ne û dixwazin deng û perspektîfên nû yên sînemayî ji çar aliyên cîhanê nas bikin.

📣 Heke pirsên we di derbarê serlêdanê an jî pêşbirkê de hebin, ji kerema xwe re ji me re li ser navnîşana info@mitosfilm.com e-nameyê bişînin. Ji bo nûçeyên dawî me bişopînin!