vegere hemu vîdyoyan

Senen

Sînemaya Gerok

Erscheinungsjahr
2025
Verfügbare Sprachen
Kurdish,Arabic,Dutch and English
Regie
Zîlan Hemo
Çêkirin
Kobanî Film Production
Laufzeit
61 min

“Sînemaya Gerok” belgefîlmeke ku rêwîtiya Ismaîl Mamo, xortekî ji Kobanê, dişopîne. Piştî ku ew li ArtEZ University of the Arts li Hollanda lîstikvaniyê xwend, vegeriya welatê xwe da ku projeya xwe ya taybet, Sînema Gerok، dest pê bike. Armanca vê înîsiyatîfê ew e ku sînemayê bigihîne gundên dûr, yên ku salan ji vê ezmûna hunerî bêpar mabûn. Bi azm, sebr û piştgirîya tîmeke dilsoz, ew serketin ku ji bo cara yekem li gelek gundan pêşandanên fîlman organîze bikin. Belgefîlm astengên ku Ismaîl û tîmê wî rastî wan tên û hewildanên wan ji bo bicihanîna vê xewnê nîşan dide: belavkirina çanda sînemayê û dayîna derfetê ji temaşevanên ku heta niha ji vê hunerê bêpar mabûn da ku efsûna fîlmê bi xwe biceribînin.