vegere hemu vîdyoyan

Qulingê Birîndar

Erscheinungsjahr
2017
Verfügbare Sprachen
KU
Çêkirin
Mali Cinema
Laufzeit
57 min

Dengekî nazik ji Radyoya Rewanê bilind dibe: "Esmer eman, xelk zewicî, ez û tu man..." Ev dengê Seyadê Şamê ye. Malbata wî, ya ku digot qey wî kuştine, piştî 20 salan dengê wî di radyoyê de dibihîse. Qulingê Birîndar çîroka zindan û penaberiyê, êş û evînê, hezkirin û dilsoziyê, herwiha hesret û benda mayîna 49 salan a Zulfinaza Xanoyê Emo (hevjîna Seyad) vedibêje. Ev belgefilm, serpêhatiya jiyana dengbêjê Radyoya Rewanê Seyadê Şamê ye ku weke eyneyekê rastiya civaka Kurd nîşanî temaşevanan dide.