vegere hemu vîdyoyan

Senen

Ghazal A Min

Erscheinungsjahr
2026
Verfügbare Sprachen
KU,DE
Regie
Miral Kilo
Çêkirin
Film University Babelsberg KONRAD WOLF
Laufzeit
17:53 min

Azad û xwîşka wî Xezal, piştî ku tirimbêla diviya bû wan bi xelkên din re bigihîne Almanyayê ji dest wan çû, bi tenê di daristanekê de li ser sînorê Almanya û Polonyayê xwe dibînin. Ji vê demê ve şerê wan ê dijwar ji bo jiyanê û hewldana gihîştina armanca xwe, ku Almanya ye, dest pê dike. Di dema ku ew di daristanê de dimînin, Xezal daxwaza xwe ya dawî ji birayê xwe re radest dike: Ew dixwaze carekê xezaleke rasteqîn bibîne, ji ber ku wateya navê wê ye. Bi zêdebûna zehmetiyan û rastiya ku Xezal êdî nikare berdewam bike, Aras biryarê dide, ku bi tenê li alîkariyê bigere. Di dema lêgerîna xwe de, ew di goleke heriyê de werdibe û nikare xwe xilas bike. Di dawiyê de, Xezal bi tenê digihe navendeke pêşwazîkirina penaberan li Berlînê.